Li Amedê 2 pismam hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Licê ya Amedê di pevçûneke xizman de du pismam hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, bûyerê doh êvarê li gundê Heşedereyê rû da.

Du malbatên xizmên hev ji ber sedemeke nediyar ketine qirika hev.

Piştre nîqaş gur bûye û veguheriye şerê bi çekan.

Guleyên ku ji demançeya R.M. derketine li pismamên bi navên Cevat û Muzaffer Oguz ketine.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Cevat û Muzaffer li cihê bûyerê mirine û termên wan veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Amedê.

Cendirmeyan ji bo girtina gumanbar dest bi lêkolînan kiriye.