AMED - Xebera ne xweş bihîst û êrişî karmendên tenduristiyê kir

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Tundûtûjî Karmendên Tenduristiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê xizmên nexweşekî ku piştî 8 mehan mir, êrişî karmendên tenduristiyê kir.

Bûyer doh serê sibehê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya beşa norolojiyê qewimî.

Faruk U.yê ku 8 meh in li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, piştî ku krîza dil lê da mir.

Xizmên Faruk U. dema ku xebera mirina wî bihîst, êrişî karmendên tenduristiyê kir.

Karmendên tenduristiyê yên bi navê M.Ç. û S.T. û karmendê paqijiyê F.K. û B.D.yê çavdêrê nexweşxaneyê di êrişê de birîndar bûn.

Karmendên nexweşxaneyê yên ku di laşê wan de birîn çêbûn, rapor stand.

Wan giliyê êrişkaran kir û polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Serokê şaxa Amedê ya Sendîkaya Tenduristiyê ya Ciwanan Ahmet Boçkun li ser tundûtûjiya li dijî karmendên tenduristiyê daxuyaniyek da û ew êriş şermezar kir.

Ahmet Boçkun di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand:

“Roja 29ê Îlona 2024an saet 05:30î li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê nexweşekî ku 8 meh bûn di bin çavdêriya bijîşkan de bû mir.

Piştî ku nexweş mir xizmên wî li 2 perestar, karmendekî paqijiyê û karmendeke ewlehiyê xist.”

Boçkun da zanîn ku karmendên tenduristiyê yên ku bi hestyariyeke zêde û hişmendiyeke mezin erkê xwe bi cih tînin, rastî êrişê tên.

Boçkun diyar kir ku ji bo dawî li tundûtûjiya li dijî karmendên tenduristiyê were divê êrişkar werin cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst