Mesrûr Barzanî beşdarî şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyeyê bû

30-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê Mesrûr Barzanî Şîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasîma şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyê bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li bajarokê Enkawayê yê Hewlêrê beşdarî merasîma şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyê bû.

Mesrûr Barzanî her îro çû serdana birîndarên şewatê yên i Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê.

Mesrûr Barzanî hêviya başbûnê ji wan re xwest û diyar kir ku  Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di warê tendurîstiyê de alîkariyê bi de birîndaran.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Mûsilê Dr. Ehmed Nazim Dûberdanî li ser şewata hola dawetê ya li qezaya Hemdaniyeyê ji Rûdawê re axivî.

Dr. Ehmed Nazim Dûberdanî got, “Heta niha 107 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ne diyar e ka di salona dawetê de cesedên din hene yan na.

Lê heta niha ji 107 cenazeyên ku hatine derxistin, nasnameya 38 kesan nehatiye teşxîskirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst