Şewata Hemdaniyeyê: Di nav xweliyê de li şopên ezîzên xwe digerin

30-09-2023
Edla Bekir
Di encama şewatê de herî kêm 107 kesan canê xwe ji dest da
Di encama şewatê de herî kêm 107 kesan canê xwe ji dest da
Nîşan Hemdaniye Şewata Hemdaniyeyê Nînowa
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Mirovên qurbaniyên şewata Hemdaniyeyê di li hola dawetê di nav xweliyê de li şopên wan digerin.

Hejmara kesên ku di şewata li qezaya Hemdaniyeyê jiyana xwe ji dest da derket 107 kesan.

Herwiha hat ragihandin ku xebatên teşxîskirina nasnameya 38 kesan jî didomin.

Heta niha 68 cenaze li goristana Hemdaniyeyê hatine veşartin.

Tê pêşbînîkirin ku hejmar zêdetir jî bibe ji ber ku heta niha hinek term hene nayên naskirin. Herwiha rewşa hinek birîndar xeter e.

Ne diyar e ka di salona dawetê de hîn jî paşmayên cenazeyên mane yan na.

Hinek kes bi çavên girî di nav xweliyê de li şopên ezîzên xwe digerin.

Selwa Şaşa ku di nava xweliyê de li şopên xizmên digere geriya ji Rûdawê re got:

“Mirov, heval û cîranên min bûne qurbanî. Me ji Qerequşê gelek kes ji dest dan û gelek malbat neman.

Ez duh çûm goristanê, me 50 kes bi komî veşartin. Îro jî 7 cenazeyên din hatin definkirin. Herwiha sibê jî dê hinek cenaze bêne veşartin.”

Hevjîna Nîhad Yeldexanê di şewatê de canê xwe ji dest da lê heta niha jî çarnivîsa keça wî ya 22 salî ne diyar e.

Nîhad Yeldexanê got, “Em saet 20:30an ji mal derketin ku em herin hola dawetê. Saet derdora 22:00an li kêleka pastayê fîşekên hewayî hatin danîn. Piştî fîşekên hewayî agir bi salonê ket û bû sedema panîkê.

Her kesî dixwest xwe rizgar bike. Ji ber vê yekê min hevjîna xwe hata ber bi derî dehf da. Di wê demê de şewat belav bû û xelkê hevdû dehf da. Dûv re elektrîk qut bû û salon tarî bû.”

Kesûkarekî qurbaniyan dibêje ku ev bûyer ji bo xelkê Hemdaniyeyê gelekî mezin bû û xwest ku tedbîrên pêwîst bêne wergirtin ji bo ku buyerên bi vî awayî dubare nebin.

Kesayetê Xiristiyan Stîfanos Hena xema xwe nîşan da û got:

“Felaketeke mezin bû. Vê bûyerê em pir û pir xemgîn kirin. Em hêvî dikin ku carek din tiştên wiha neqewimin.”

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 107 kesan canê xwe ji dest da û nêzikî 200 kesî jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst