Li Bedlîsê Qeza: Kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn

30-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê Bedlîs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 3 wesayît li hev qelibîn û di qezayê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Bedlîs-Tetwanê otmobîla bi plaqeya 01 CEM 09 ji paş ve li kamyona bi plaqeya 33 L 0587 qelibî.

Heman otomobîl pey re jî bi otomobîla bi plaqeya 13 AV 713 ku ji hember dihat qelibî.

Di qezayê de A.N.H. mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Ekîban birîndar ji wesaîtan derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîs û Tetwanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst