Di topbarana Tirkiyeyê de lingê xwe ji dest dabû: Ebdoyê 6 salî daxwaza lingekî protez dike

30-09-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Ebdo Mistefa Henîfî
Ebdo Mistefa Henîfî
Nîşan Ebdo Mistefa Henîfî Topbaran Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ebdo Mistefa Henîfî, dema 4 salî bû di encama topbaranên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî gundê Qeremoxê yê Kobaniyê de lingê xwe wenda kiribû.

Bi ser êrişan re 2 sal derbas dibin û Ebdo Mistefa Henîfî gihiştiye 6 saliya xwe.

Bavê Ebdo bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê, bangî rêxistinên mirovî dike û ji bo Ebdo daxwaza çareseriyê dike.

Artêşa Tirkiyeyê, 8ê Kanûna Paşîn a sala 2022yan gundê Qeremoxê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kiribû.

Di encama topbaranê de, ziyanên canî û madî jî gihiştibû gundiyan.

Di êrişên artêşa Tirkiyeyê de, ji malbata Ebdo Mistefa Hanîfê ku lingê wî yê rastî jê bûye, 3 zarok û 4 jin jî birîndar bûbûn.

Piştî gelekî hewl û çaverêkirinan, malbata Ebdo nikarîbû lingekî protez ji wî zarokî re peyda bike.

Bavê Ebdo bi rêya Rûdawê ji rêxistinên mirovî xwest ku ji bo kurê wî bibin alîkar.

“Ebdo jî dixwaze wekî zarokên din bilîze”

Bavê Ebdoyê biçûk, Mistefa Hanîfî diyar kir ku Ebdo jî dixwaze weke zarokên din bilîze, bigere, liv û tevgerê bike lê rewşa wî ya berbiçav destûra vê yekê nade.

Bi ser êrişan re 2 sal derbas dibin û Ebdo bû 6 salî. Lewra hîna çareseriyekê ji wî re nehatiye dîtin.

Mistefa Hanîfî ji ber vê sedemê ji rêxistinên mirovî û saziyên xêrxwaz daxwaza alîkariyê dike.

“Divê ji bo Ebdoyê biçûk lingê protez were çêkirin”

Mistefa Hanîfî tiştên ku di dema êrişê de jiyana wiha ragihand:

“Roja 8ê Kanûna Paşîn bû. Dengê bombebaranan hat. Me hewil da ku bi lez em zarokan bibin cihên ewletir.

Di nava çend deqîqeyan de 8 kes ji malbata me birîndar bûn. Yek ji wan jî kurê min ê biçûk Ebdo bû.

Ev 2 sal in kesî alîkariya me nekir. Em ji rêxistinên mirovî û saziyên xêrxwaz daxwaza alîkariyê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst