Agir bi hola dawetê ketibû: Hejmara miriyan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kesên ku di şewata li qezaya Hemdaniyeyê jiyana xwe ji dest da derket 107 kesan.

Herwiha hat ragihandin ku xebatên teşxîskirina nasnameya 38 kesan jî didomin.

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Mûsilê Dr. Ehmed Nazim Dûberdanî li ser şewata hola dawetê ya li qezaya Hemdaniyeyê ji Rûdawê re axivî.

Dr. Ehmed Nazim Dûberdanî got, “Heta niha 107 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ne diyar e ka di salona dawetê de cesedên din hene yan na.

Lê heta niha ji 107 cenazeyên ku hatine derxistin, nasnameya 38 kesan nehatiye teşxîskirin.”

Dûberdanî wiha pê de çû, “Sedema teşxîsnekirina cenazeyan ew e ku bi giranî şewitîne û bi temamî rû û laşê wan zerer dîtiye, 2 cenaze perçe perçe bûne.”

Herwiha Dûberdanî ragihand ku di şewatê de nêzikî 200 kesî birîndar bûne û got:

“Li ser cenazeyên ku nasnameya wan nehatiye teşxîskirin dê testa DNAyê bê kirin.

Ji bo teşxîskirina cenazeyên xizmên wan dê ji hinek malbatan mînak bên girtin.”

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 107 kesan canê xwe ji dest da û nêzikî 200 kesî jî birîndar bûn.