EFRÎN - Çekdaran 3 Kurd girtin, yek jê jin e

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê li gundekî Efrînê 3 welatiyên Kurd girtin ku yek ji wan jin e.

Mafnasê Efrînî Ednan Mûrad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku şeva Pêncşemê, çekdarên muxalefeta Sûriyeyê li Gundê Hisê yê Efrînê Mihemed Ehmed Mistefa Hecî, Ebdo Îzet Kenc Xemîs û jina bi navê Fehîme Ehmed Tahir girtine.

Ednan Mûrad ku bi xwe jî ji gundê Hisê ye, da zanîn Ebdo Îzet hevjînê Şêrîn Resûlê ye ku berê ji ber tirsa çekdaran canê xwe ji dest dabû.

Herwiha Mûrad diyar kir ku heta niha çarenivîsa girtiyên Kurd ne diyar e.

14ê Sibata 2021ê, grûpeke çekdarên el-Cebhe el- Şamiyeyê, bi ser gundê Mîrkan ê Efrînê de girtibû û welatiyê bi navê Ebdo Izzet girtibû li ber çavê hevjîna wî Şêrîn Resûl şkence lê kiribû.

Şêrîn Resûl 20 salî û ducanî bû, bi sedema tirs û toqandinê, ji ser hişê xwe çûbû û li nexweşxaneyê li gel cêwiyên xwe jiyana xwe ji dest dabû.