Hêzên Îranê gule li kolberan reşandin: Kolberekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Sînor ên Îranê li herêma Hengejaliyê ya bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin.

Di encama gulebaranê de kolberekî canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, şeva borî hêzên parastina sînor ên Îranê li Baneyê bêyî hişyarî gule li kolberan reşandin.

Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mihemed Xalidî ku ji Gundê Çî Çoran ê Baneyê ye jiyana xwe ji dest da.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha borî de herî kêm şeş kolber li Bane, Sine, Serdeşt, Çaldêran û Urmiyê di encama gulebaran hêzên Îranê de canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din ve li gorî nûçeya Kolbernewsê, di heyama 6 mehên derbasbûyî de li deverên sînorî yên Sine, Kirmaşan û Urmiyê 13 kolberan bi sedemên cuda jiyana xwe ji dest daye û 72 klober jî birîndar bûne.