Karesata Hemdaniyeyê: Keremê 7 salî di rojbûna xwe de şewitî

01-10-2023
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Li şûna pîrozbahiya rojbûnê ji Keremê 7 salî re şîn hat girtin
Li şûna pîrozbahiya rojbûnê ji Keremê 7 salî re şîn hat girtin
Nîşan Hemdaniye Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di şewata li Hemdaniyeyê de Kerem Îmran ê 7 salî û dayika xwe jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Anne Hennîn ji ber ku hîn jî nehatiye naskirin heta niha nehatiye veşartin.

Şewata li navçeya Hemdaniyeyê ya Mûsilê di hola dawetê de derketibû çîrokên bi êş li pey xwe hiştin. Yek ji wan jî çîroka ya Kerem Îmran e ku wê rojê rojbûna wî bû.

Îmran Behnam li şûna ku ji bo kurê xwe şahiya rojbûnê li dar bixe konê şînê daniye.

Îmran Behnam li bendê ye ku hevjîna wî Anne Hennîn a 27 salî bê naskirin.

Bavê Kerem, Îmran Behnam ji Rûdawê re wiha behsa wê keliya şewatê kir:

“Xelkê bazdidin û hevdu dehf didan. Em ketin erdê, elektrîk qut bû, salon di nav agir û dûmanê de bû. Ji ber vê yekê min hevjîna xwe winda kir.”

Bavê Anne Hennînê sê rojên neviyê xwe di hêmbeza xwe d digire.

Bavê Anne Hennînê. Sedî Yeşû got, “Dixwazim aram bibim lê dayîk û xwişka Henîn hin jî digirîn. Dibêje ez keça xwe dixwazim. Pirsgirêkên ku em îro dijîn divê bi dawî bibin. Ji bo Xwedê bihêlin bila mirov bijîn.”

Xizmên qurbaniyan ji rayedarên herêmê aciz in û dixwazin nasnameyên kesên ku heta niha nehatine eşkerekirin zelal bibin.

Ji bo 38 cenazeyên ku li Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê tên girtin dê testa DNAyê bê kirin.

Rêvebirê Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê Şehîd Arif jî got:

“Tîma dadwerî ya Bexdayê nimûne girtin û niha li Bexdayê lêkolîn li ser wan nimûneyan tê kirin. Encam dê di çend rojên pêş de bêne eşkerekirin.

Heta niha cenazeyên 72 qurbaniyên şewata Hemdaniyeyê li goristana Qiyame hatine veşartin.

Hejmara kesên ku li salona dawetê ya bi navê El Heysem jiyana xwe ji dest daye 100î derbas kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst