Rojnameger Barzan Hisên serbest hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamegerê Kurd Barzan Hisên Liyanî ku li Rojavayê Kurdistanê girtibû îro serbest hat berdan.

Rojnamegerê Kurd Berzan Hisên Liyanî piştî 45 rojan ji girtinê hat berdan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê bi dest xistine, îro Berzan Hisên Liyanî ku ji bajarokê Girkê Lekê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye, ji zindanên Rêvebeirya Xweser hat  berdan.

Li gorî zanyariyan, Berzan Hisên Liyanî bi wê yekê hatibû tometbarkirin ku bi dezgehên medyayî yên nefermî re karê rojnamegeriyê dike û li ser wê yekê jî hatibû girtin. 

Berzan Hisên Liyanî yek ji damezrênerên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistan – Sûriyeyê ye.