Rayedarên Filistînî li ser niştecîkirina Filistîniyan li Efrînê çi dibêjin?

30-09-2022
RÛDAW
Rayedarên Filistînî li ser niştecîkirina Filistîniyan li Efrînê çi dibêjin?
Rayedarên Filistînî li ser niştecîkirina Filistîniyan li Efrînê çi dibêjin?
Nîşan Efrîn Niştecihkirina Filistiniyan Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretê Derve ya Filistînê di nameyekê de gotibû ew komeleyên ku xaniyan ji bo Ereban li Efrînê ava dikin û dixwazin Filistîniyan li Efrînê bicîh bikin, nûneratiya wan nakin. Serkirdeyê Tevgera Fetihê Osama Murteca got “Em jidil kar ligel hemû aliyên pêwendîdar bikin da ku penaberên Filistînî neyên bikaranîn û li ti deveran li derveyî Filestînê neyên niştecîkirin.”

Hejmareke kesayetiyên Efrînê li Hewlêrê nameyeke nerazîbûnê li ser avakirina komelgehên niştecîbûnê ji bo Erebên hawirde li Efrînê dabûn konsulê Filistînê yê li Hewlêrê. Konsul ew nerazbûn gihandibû Wezareta Derve ya Filistînê. Wezaretê jî diyar kir ku ew komeleyên ku xaniyan ji bo Ereban li Efrînê ava dikin û dixwazin Filistîniyan li Efrînê bicîh bikin, nûneratiya wan nakin.

Nûçegihanê Rûdawê li Xezaaya Filistînê seredana hejmareke partiyên Filistînî kir û nerîna wan di derbarê vê mijarê de wergirt.

Serkirdeyekî Tevgera Fetihê ku li Filistînê partiya desthilatdar e dibêje, ew wê helwesta Wezareta Derve ya Filistînê bilind dinirxînin û hinek aliyên derve dixwazin doza Filistînê bixin xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî.

Di bersiva nameyeke hin kesayetiyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Wezareta Derve ya Filestînê tekezî li ser redkirina niştecîkirina her welatiyekî Filestînî li wê herêmê kir, û kiryarên hin komeleyên Filestînî yên ku beşdarî avakirina komelgehên niştecîkirinê li Efrînê dibin weke karekî takekesî ku nûneratiya Dewleta Filestînê nake hejmart.

Serkirdeyê Tevgera Fetihê Osama Murteca anî ziman "Em biryara Wezareta Derve ya Filistînê ya derbarê redkirina niştecîkirina her welatiyekî Filistînî yan penaberekî Filistînî li her herêmekê derveyî Filistînê bilind dinirxînin û ev yek destêwerdan in ji hin aliyên derekî ku hewl didin doza Filistînê di xizmeta dozên xwe yên navdewletî û siyasî de bikar bînin. Em jidil kar ligel hemû aliyên pêwendîdar bikin da ku penaberên Filistînî neyên bikaranîn û li ti deveran li derveyî Filestînê neyên niştecîkirin."

Biryara Wezareta Derve ya Filistînê bi redkirina van kiryaran ji aliyê hin komeleyên Filistînî ve, tekezî li ser redkirina destavêtina bo mal û milkên Kurdan li herêma Efrînê kiriye. Ev biryara Wezareta Derve ya Filistînê bûye cihê piştevanî û piştgiriya hêzên Filistînî jî.

Serkirdeyê Partiya Gel a Filistînê Ebdulqadir Îdrîs got "Niha hin hewlên niştecîkirina hin Filistîniyan li herêma Efrînê heye. Em vê yekê wek hewlekê ji bo niştevîkirina Filestîniyan li herêmên li derveyî Filistînê dibînin û ew xizmeta dagîrkeriya Îsraîlî dike û em wê bi tundî van projeyan red dikin."

Serkirdeyê Eniya Demokrat Filistînê Mehmûd Misilmanî ragihand "Tiştê ku ji Wezareta Derve ya Filistînê derketiye helwesteke rast e û ev e helwesta Filistînî ji ber ku ji bêhtirî 70 salî ve xelkên gelê me di kampên Filistînî û revendî de jiyan kirin û bi tundî mijara niştecîkirinê red kirin, û îro komployek li dijî hin Filistîniyan tê kirin ji bo niştecîkirina wan li Efrînê."

Di bersiva xwe de, Wezareta Derve ya Filestînê amaje bi pêwendiya bihêz ligel Kurdên Sûriyê kiribû ku piştevaniya Doza Hilestînê kiribûn û hejmareke mezin ji wan di nav rêzên Şoreşa Hilestînê de xebat kiribûn.

Filestînî siyaseta niştecîkirina her welatiyekî Filestînî li her herêmeke cîhanê re dikin û dibêjin ku ew tiştê hin aliyên Filestînî yan navherêmî bi niştecîkirina Filistîniyan li herêma Efrînê ya Kurd li bakurê Sûriyê dikin nûneratiya Dewleta Filestînê nake.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst