Sine: Hêzên Îranê hewl didin xwepêşanderan bi gaza rondikrêj belav bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li Meşhed, Îsfehan, Bender Ebbas, Kirman, Yezd, Reşt û çend cihên din xwepêşandan hatin lidarxistin. Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hewl didin xwepêşanderan bi gaza rondikrêj belav bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan li Sine, Xurmawa û çend cihên din bûne sedema aloziyan. Li Sineyê, hêzên ewlehiyê yên Îranê hewl dan ku xwepêşanderan bi gaza rondikrêj belav bikin. Li Xurmawayê jî xwepêşanderan ji bo rêgirtina hatin û çûyîna hêzên ewlehiyê agir berdan cadeyan.

Li Meşhedê hêzên ewlehiyê yên Îranê gule li xelkê reşandin; di dîmeneke ku li ser torên civakî hatiye weşandin de, xelk daxwaz ji polîsan dike ku gule li xwepêşanderan nereşînin. Her wiha li Tehranê jî hin kesan ji ser banê xaniyên xwe dirûşm berz kirin.

Welatiyekî bi navê Puya ku karmendê sektora taybet e got, “Ez mêrekî li welatekî sêyem ji dayik bûme û dibe ku daxwazên min berovajî daxwazên jinan bin lê jin jî wek her ferdekî xwedî mafên xwe ne û daxwaza wê dikin.”

Jin jî bi beşdarbûna mêran di xwepêşandanan de kêfxweş in û daxwaz dikin ku li kêleka wan daxwaza mafên xwe bikin.

Welatiyeke bi navê Ferîde ku wênesaz e got, “Hûn dikarin li kolanan binerin û bibînin ku ji sedî çend ji wan kesên ku li kêleka jinan xwepêşandanan dikin mêr in. Rast e dibêjin jin lê bi her jinekê re mêrek heye ku şer dike û daxwaz dike.”

Li gorî amarên ne fermî, heta niha li Rojhilatê Kurdistanê di encama şer û pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de 17 kesan canê xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara kuştiyan li Îranê gihîştiye 54 kesan. Li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes û li seranserê Îranê jî zêdetirî 2 hezar û 500 kes hatine girtin.