Li Mûşê tê çaverekirin dahata ji kelemê 35 milyon lîre be

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, îsal li ser 2 hezar û 850 donim erd kelem hatiye çandin û tê çaverêkirin ji berhemanînê wê 35 milyon lîre dahat bidestkeve, ku dike nêzîkî 2 milyon dolar.

Li Mûşê sala 2022an li ser 2 hezar û 850 donim erd kelem hatiye çandin û tê çaverêkirin 9 hezar û 850 ton kelem bê berhemanîn û dahata wê jî 35 milyon lîre be.

Piraniya kelema ku li Mûşê tê berhemanîn bo bajarê din ên Bakurê Kurdistanê yên weke Êlih, Mêrdîn, Amed, Bedlîs, Sêrt û Wanê tê firotin.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê ya Mûşê Mehmet Gun anî ziman, “Berhemanîna kelemê di çandiniya parêzgeha Mûşê de cihekî girîng digre. Bi taybetî jî li gundê ku em niha lê ne li Çirîşê ji %80yê cotkaran keleman diçînin. Kelem di meha Gulanê de tê çandin û mehên Îlon-Cotmehê tên çinîn. Li Muşê herî zêde kelema spî tê berhemanîn.”