Çalakvanên Kurd û Azerî li Îranê banga greva giştî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek çalakvanên Kurd û Azerî bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî dan ragihandina greva giştî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Hejmarek çalakvanên bi navê Çalakvanên Azadîxwaz û Yeksanîxwaz ên parêzgehên Urmiye, Sine û Tehranê daxwaz ji xelkê Kurdistan û Îranê kirin ku roja Şemiyê bi armanca nerazîbûna li hember kiryarên Komara Îslamî ya Îranê beşdarî gireva giştî bibin.

Çalakvanekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, îro Înê ji Rûdawê re got, “Îranê bi bombebarankirina baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwest çavên xelkê nerazî yên navxwe bitirsîne û di nava gel de nakokiyan çêbike da ku xwepêşandan bi dawî bibin lê ew armanc pêk nayê û nerazîbûnên gel zêdetir dibin. Em bang li gelê xwe dikin ku kolanan neterikînin û grev û çalakiyan bidomînin.”

Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistan roja Pêncşemê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku ji roja Şemiyê ve li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê dest bi greva giştî bikin.

Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Serbestiya Kurdistanê, Partiya Serxwebûna Kurdistanê û bi dehan rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe ji vê daxwazê re ragihandine.