Salihê Heydo anku 'Google a Kurdî' her tiştê Kurdan dizane

Rojavayê Kurdistanê (Rûdaw) – Salihê Heydo anku "Google a Kurdî", ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û her tiştî derbarê Kurdan de jê bipirsî dizane. Xelkê Amûdê bi taybetî û Rojavayê Kurdistanê bi giştî, ji ber zanyariyên wî yên berfireh ên derbarê her çar parçeyên Kurdistanê û folklore û erdingariya Kurdistanê de, navê "Goole a Kurdî" li wî kirine.

Salihê Heydo sala 1957an li gundê Hesê Oso yê ser bi Amûdê ve hatiye dunyayî. Weke ku xwe dibêje, wî ji zaroktiya xwe ve giringî daye kultur û zimanê Kurdî û di temenê 12 salî de yekem helbesta xwe nivîsandiye.

Heta niha 76 pirtûkên wî hene ku 44 ji wan hatine çapkirin, 32 pirtûkên wî yên din hene ku amade ne û li benda çapkirin û weşandinê ne.

Heza wî ya bo cilûbergên Kurdî wiha kiriye ku gund bi gund bigere û ji her çar aliyên Kurdistanê 7 hezar wêneyan bigre û taybetmendiya cilên Kurdî yê her navçeyekî belge bike.

Herwiha kedeke zêde bo berhevkirina stran, metelok û çîrokên Kurdî jî daye.

Salihê Heydo ji Rûdawê re dibêje, ew bi xwe pir ji cilûbergên herêma Cizîra Botan û bi taybet şal û şepikên wê deverê hez dike.

Heydo biçe kurderê her li bajarê Hesekê vegidere û dibîne ku cihê rewşenbîran di nava milet de ye.

Salihê Heydo kesekî civakî ye û di nava xelkê de gelekî hezkirî ye.

Piştî damezrandina Zanîngeha Rojava ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê, Salihê Heydo li wê zanîngehê bûye mamoste. Herwiha hejmarek pirtûkên wî bûne madeyên xwendinê di dibistan û zanîngehên Rojavayê Kurdistanê de.

Salihê Heydo herwiha navê piraniya çiyayên Kurdistanê, navê eşîretan, navê gund û bajaran bi Kurdî li cem xwe nivîsandine û hewl daye navê Kurdî û resen ên wan cihan biparêze.