Macron ji Nêçîrvan Barzanî re name şand: Piştrast bin Fransa li gel we berdewam dibe

30-09-2021
RÛDAW
Nîşan Fransa Emmanuel Macron Kurdistan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fransayê nameyekê bo Serokê Herêma Kurdistanê dişîne û têde spasiya wî dike bo wê pêşwaziya germ ku li Hewlêrê li wî hatiye kirin. Emmanuel Macron herwiha peywendiyên di navbera Fransa û Kurdistanê de wek “dîrokî û bêhempa” bi nav dike û dibêje, “divê em van peywendiyan di asteke bilind de ragirin.”

Îro Pêncşem 30ê Îlona 2021an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî civînê daxuyaniyek nivîskî weşand û têde ragihand, di hevdîtinê de, Konsulê Fransayê Olivier Decottignies  nameyeke Emmanuel Macron Serokê Fransyê gihandiye Nêçîrvan Barzanî.

Di vê nameyê de, Macron serdana xwe ya bo Hewlêrê bi bîr tîne û ji ber pêşwaziya germ a li wî, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

Naveroka nameya Macron bo Nêçîrvan Barzanî

Rêzdar cenabê serok, Nêçîrvanê hêja

Şerefmend û kêfxweşim ku li ser navê Fransa û li ser navê xwe spasiyan pêşkêşî cenabê te bikim, bo wê pêşwaziya germ ku we li Hewlêrê li min kir, wek çawa di hevdîtin û civînên me yên berê de li Bexda û Parîsê, min soza serdana Hewlêrê dabû cenabê te.

Fransa û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyeke dîrokî û bêhempa ne ku divê em di asteke bilind de ragirin. Ev rihê dostanî û bawerî û vefedariyê di civîna me de rengvedan li ser dewlemendiya guherîna bîr û nêrînên me hebû, herwiha bi hevdîtina li gel serok Mesûd Barzanî û malbata şehîd Hucam Sûrçî li Hewlêrê, min xwest vê vefedariyê û dostatiyê bilind ragirim.

Ez piştrastim Herêma Kurdistanê dê sûdmend be ji wan pêşkevtinên di konferansa Bexdayê de bo hemahengî û hevbeşiyê bidest hatin, piştrastim jî ku Fransa li dijî terorê, herwiha jibo pêşxistina peywendiyên aborî û civakî, li ser pabendiya xwe li gel we, berdewam dibe.

Bi nûkirina vefedartirîn hêviya min bo serkevtina te cenabê serok, rica dikim rêza min a bê dawî qebûl bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst