Dadgeha Destûrî li ser doza 'guhdarîkirina strana Kurdî' biryara xwe eşkere kir

01-10-2021
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûrî Kadrî Pervane Muzîka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê cezayê girtîgehê yê ajokarekê ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî pesend kir. Ji ber guhdarkirina straneke Kurdî bi tometa “propogandaya rêxistinê” ceza li ajokarê Kurd hatibû birîn.

Li Ameda Bakurê Kurdistanê roja 25ê Gulana 2012an, ajokarê otobuseke hatinûçûna giştî, dema ku straneke Kurdî ya bi navê `Bijî` guhdarî dikir, polîsekî ku demê di otobusê de bû, ji ber stranê nerazîbûn nîşan da û hişyarî da ajokar.

Ajokarê bi navê Kadrî Pervane jî li beramber vê nerazîbûna polîs got, “Muzîk gerdunî ye, ti kes nikare midaxele bike. Ez muzîkê nagirim.”

Lê ser vê bersiva Kadrî Pervane, polîs li ser ajokarê Kurd gilî tomar kir û îddîa kir ku Pervane ji wî re gotiye, “Tu raboriya me nizanî, dewleta te nikare tiştekî bi min bike.”

Li ser vê bûyerê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi tometa “propagandaya rêxistinê” doz li dijî Kadrî Pervane hat vekirin û di doznameyê de hat gotin, “Di CDya di wesayîtê de 68 stranên ku wek propaganda rêxistinê ne, hene, di rêza 40emîn a CDyê de strana `Bijî` ya hunermend Diyar hebûye.”

Her li gor wê doznamê, Kadrî Pervane, ew stranan bi dengekî bilind bi rêwiyên si otobusê de dane guhdarîkirin û bi vî rengî “piştevanî û propagandaya rêxistinê û rêberê wê” kiriye û bi vê sedemê jî di encamê de, 2 sal cezayê zindanê li Pervane birî.

Daîreya 16emîn a Dadgeha Bilind jî sala 2015an ew cezayê ku ji aliyê dadgeha xwecihî ve li Kadrî Pervane hatibû birîn, pesend kir.

Li ser vê yekê ajokarê Kurd roja 7ê Tîrmeha 2015an bi sedema ku “mafê wî yê raderbirînê û darizandineke dadperwerane” hatiye binpêkirin, serî li Dadgeha Destûrî da.

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê jî roja 30ê Îlonê, biryara xwe ya derbarê wê dosyeyê de eşkere kir û li gor wê biryarê “mafê raderbirînê û darizandina dadperwerane ya Pervane nehatiye binpêkirin” û ev daxwaz “bê bingeh e” û lewma serlêdana ajokarê Kurd hat redkirin.

Her li gor Dadgeha Destûrî, biryara cezakirina Kadrî Pervane di “cih de ye, li gor pêdiviya civakî ye û ne li dijî pêdiviyên sîstema civakî ya demokratîk e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst