Asayişa Rojava ji bo malbatên girtiyan ofîs vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Rojava ji bo malbatên kesûkarên wan hatine girtin ofîs vekirin.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji bo malbat û kesên ku xizmên wan li cem asayîşê girtî ne ofîs vekirin.

Malbat dikarin bi rêya wan ofîsan li girtiyên xwe bipirsin û çarenivîsa wan û sedema girtina wan bizanin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye gotin, “Bi armanca afirandina alavên xurtkirina tevkariyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyan li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi armanca parastina mafên destgîrkiriyan, her wiha ji ber girîngiya ku malbatên wan sedema destgîrkirina wan û cihên wan nas bikin, nivîsgehên kar û barên destgîrkiriyan hatin vekirin.”

Asayişa Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, ev ofîs “li navendên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewelekariya Hundirîn ên li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê hatin vekirin.”

Herwiha asayişa Rojavayê Kurdistanê diyar dike, “Di radeya yekemîn de xizmên destgîrkiriyan an jî nûnerên wan ên qanûnî yên ku dixwazin cih û sedemên destgîrkiriyên li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn nas bikin, serî li van nivîsgehan bidin."