Galeriya wêneyan

01-10-2020
19 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 3 mûşek li nêzik baregeha Hizba Demokrata Kurdistana (HDK) ketin xwarê. Hevdem çend mûşek jî li nêzikî hêzên Hevpeymanan ên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê.

Dije Terora Herêma Kurdistanê jî wêneyên wê wesayîta ku mûşek jê hatine avêtin belav kir û aşkere kir ku milîsên Heşda Şeibî 6 ji nêzikî Mûsilê 6 mûşek rasteyî Firokexaneya Hewlêrê kirin.

Di encama wan êrişan de ti ziyaneke canî û maddî çê nebûye.

Wêne: Rûdaw