Cemîl Bayik: Di vî şert û mercî de PKK dê dest ji çekan berde

30-09-2019
RÛDAW
Nîşan Cemîl Bayik PKK Çekdanîn Tirkiye Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik behsa şert û mercên çekdanînê kir û ragihand, “eger Tirkiye bibe welatekî demokratîk, hebûn, ziman û çanda Kurdan di destûrê de bê parastin û nasnameya Kurdan bê naskirin, dest berdana ji çekan dibe bê rojevê.”

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, derbarê şert û mercên dest ji berdana çekan ji aliyê PKK ve axivî.

Cemîl Bayik ji medyayeke Başurê Kurdistanê re aşkere kiriye ku polîtîkayên dewleta Tirkiyê bûne sedem ku ew rahêjin çekan û jibilî wê yekê ti rêyeke din li ber wan nehiştiye û “Tirkiyê xwestiye bi hêza polîs, artêş û darazê Kurdan qir bike" ji ber hindê wan jî ji neçarî ‘berxwedêriya çekdarî” kirine.

Cemîl Bayik behsa egera çekdanîna PKKê kiriye û diyar kiriye, “Mesele ne destjiberdana çekan, lê demokratîknebûn û çareserkirina pirsa Kurd e” û ragihandiye ji ber ku “hebûna Kurdan nehat naskirin û hat xwestin Kurdan qir bikin, wan jî ji naçarî dest avêt çekan.”

Di dewama gotinên xwe de ew berpirsê PKKê dibêje, “Dewleta Tirk hemû stratejiya xwe û hemû polîtîkayên xwe yên aborî, civakî, çandî, sportîf li ser qirkirina Kurdan ava kirine” û ragihandiye ku eger Tirkiye, “Ji vê qirkirina Kurdan vegere, çand û nasnameya Kurdan were naskirin û di destûrê de bê parastin, wê demê dest berdna çekan dê bikeve rojeva wan.”

Cemîl Bayik gotiye, “Heta ku li Tirkiyê demorkatîkbûn çênebe, li ser pirsa Kurd ti modêleke çareseriyê û nêzîkatiyeke çareseriyê bi asta ku were qebûlkirin dernekeve holê, ne pêkan e ku em dest ji çekan berdin.”

Bayik li ser tohmetên berpirsên Tirkiyê yên derbarê peywendiyên HDPê li gel PKKê jî girêdide bi “polîtîkaya şêr taybet” û “pêkanîna zext û fişaran” li ser HDPê û dibêje, “Tevgera Azadiya Kurd were tasfiyekirin, bi hinceta birêvebirina ‘siyaseta nasnameyê û perçekirinê’ çawa bi ser PKKê de hatin wê wisa bi ser HDPê de jî biçin. Dê guh nedin pîvanên demokratîk. Ji ber ku hebûna Kurdan nas nakin. Kurdistanê dixwazin bikin qada berbelavbûnê ya netewebûna Tirk. Tekane polîtîkaya wan ev e. Divê ev polîtîka werin şikandin.”

Wî serkirdê PKKê gotiye eger hebûna Kurdan were naskirin, hebûn û nasnameya Kurdan di destûrê de bê parastin, wê de pêdivî bi şerê çekdarî namîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst