Li Kerkûkê sala nû ya xwendina Kurdî bi ‘Ey Reqîb’ dest pê kir

30-09-2019
RÛDAW
Di sala nû ya xwedinê dde, li dibistanên Kurdî yên Kerkûkê 92 hezar xwendekar dixwînin.
Di sala nû ya xwedinê dde, li dibistanên Kurdî yên Kerkûkê 92 hezar xwendekar dixwînin.
Nîşan Kurdistan Kerkûk Xwendina Kurdî Ey Reqîb
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Îro sala nû ya xwendinê li dibistanên xwendina Kurdî yên li Kerkûkê dest pê kir û li gor amarên Rêveberiya Xwendina Kurdî ya Kerkûkê, li sînorê wê parêzgehê 535 dibistanên Kurdî hene û ku 92 hezar xwandekar têde dixwînin.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê, Herdî Mihemed ragihand: Îro duşemî 30ê Îlona 2019, yekem zengila sala nû ya xwendinê li dibistana Bilîse ya li taxa Azadî ya bajarê Kerkûkê hat lêdan.

Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê, Şêrzad Reşîd Kake ji Rûdawê re ragihand, ku hemû amadekarî ji bo sala nû ya xwenedinê li dibistanên xwendina Kurdî li Kerkûkê temam bûne û îro sala nû ya xwendinê li wan dibistana dest pê kir.

Şêrzad Reşîd Kake diyar kir, wan daxwaza pêwîstiyan ji Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê kiriye.

Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê got jî, “ji bo sala nû ya xwendinê li Kerkûkê pêwîstiya wan bi 12 dibistanên nû heye, ji ber ku salane hejmara xwendekarên wan zêde dibe.”

Li gor amarên Rêveberiya Xwendina Kurdî, li sînorê Kerkûkê 535 dibistanên Kurdî hene ku 5 hezar û 350 polên xwendinê li xwe digirin û 92 hezar xwendekar tê de dixwînin.

Herwiha li sînorê parêzgeha Kerkûkê, 32 baxçeyên savayan jî ji bo zarokên Kurd hene.

Derbarê amadekariyên ji bo destpêka sala nû ya xwendinê li dibistanên Kurdî yên Kerkûkê de, Rêvebera Yekeya Serpireştîkirina Xwendina Kurdî li Kerkûkê, Perwîn Fatih ji Rûdawê re da xuyakirin: “Bi armanca dirustkirina jîngeheke guncaw bo xwendinê, me çend komîte pêk anîne. Yek ji destpêşxeriyên cenabê wezîr, piştî ku me serdana wî kir, ev e ku biryar da 500 milyon dînar ji bo xwendina Kurdî li Kerkûkê xerc bike, ku ev yek di destpêkê de cihê kêfxweşiyê ye, ji bo ku em bikarin ji nêzîk ve wan kêmasiyên ku hene, dabîn bikin.”

Perwîn Fatih herwiha hêvî kir, ku sala nû ya xwendinê li dibistanên Kurdî yên Kerkûkê weke salên bihorî nebe û tekez kir: “Em hêvî dikin, him hikûmeta Herêmê û him ew komîteyên ku serdana Bexdayê dikin, bikarin giringî bidin kêysa xwendina Kurdî li Kerkûkê, daku çareseriya wan lêşeyan bikin, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst