Goran daxwaza diyarkirina desthilatên alîkarê serokwezîr dike
Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha diyar nebûye kî ji pişka Goranê dibe alîkarê serokwezîr bo karûbarê çaksaziyê. Berpirsên Goranê jî dibêjin, heta ku desthilatên alîkar neyên diyarkirin, navê berbijêr radestî hikûmetê nakin. Lêbelê berdevkê hikûmetê jî dibêje, “Her dema ku Tevgera Goranê navê berbijêrê xwe diyar kir, serokwezîr desthilatên alîkar diyar dike.”
Piştî derbasbûna nêzikî 3 meh bi ser pêkanîna kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha alîkarê serokwezîr bo karûbarên çaksaziyan dest bi kar nekiriye. Ev yek di demekê de ye ku di dema danûstandinan de gotûbêjên zêde li ser wê postî hatin kirin û yek ji sedemên paşketina pêkanîna hikûmetê bû. Ji ber ku YNK razî nebû, serokwezîr jibilî cîgir, yarîder jî hebe.
Berî niha çavkaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibû ku wan daxwaz ji Goranê kirine navê berbijêrê xwe bo postê alîkariya serokwezîr bişînin, lêbelê Goranê heta niha jî navê berbijêrê xwe neşandiye ku wisa biryar bû, Tevgera Goranê, piştî hilbijartina sekreterê giştî û endamên rêveberiyê di naverasta meha Îlonê de, navê berbijêrê xwe bo wî postî diyar bike.
Roja 18ê Sibata 2019an, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê, rêkeftinek derbarê pêkanîna kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kiribûn û li gor wê rêkeftinê alîkarekî serokwezîr pişka Goranê ye.
Endamê Civata Niştimanî ya Goranê, Karwan Haşim, amaje bi yeklanekirina wî berbijêrê Goranê dike û dibêje, “Diyarkirina berbijêrê Tevgera Goran bo postê alîkariya serokwezîr, peywendî bi yasaya çaksaziyê heye. Divê desthilatên wî bi yasayê bên rêkxistin, ne wek heremeke yên berê be. Ew alîkarê ku pişka Goranê ye, divê desthilatên wî diyar bin, taybetî jî di warê çaksaziyan de.”
Herçiqas ew berpirsê Tevgera Goranê dibêje, divê desthilatên alîkarê serokwezîr bi yasayekê bê rêkxistin, lêbelê parlamenterekî Goranê jî diyar dike, “Bo diyarkirina desthilatên alîkarê serokwezîr pêwîstî bi yasayê nîne, eger bi pileya wezîr danemezrê.”
Endamê Komîteya Hiqûqê li parlamentoya Kurdistanê, berî niha ji Rûdawê re ragihandibû, “Eger alîkarê serokwezîr, desthilata lêpirsînê li wezîran hebe, vê yekê bêguman divê, yasaya encûmena wezîran bo destbikarbûnê bê sererastkirin, lêbelê eger tenê karûbarê rawejkariyê hebe, wê yekê pêwîstî bi yasayan nîne.”
Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil jî ji Rûdawê re diyar kir, “Desthilatên alîkar tenê ji aliyê serokwezîr û wî ve tên dabeşkirin.”
Piştî wergirtina wî postî ji aliyê Goranê ve, navê Celal Cewher dihat gotin bo wergirtina wî postî, li gor gotinên berpirsên Goranê, sekreterê giştî biryar daye qet endamekî rêveberiyê wî postî wernegire û ji ber hindê niha navê Cewher di nav berbijêran de nemaye û kesekî din dê bê berbijêrkirin.
Berpirsê diyar ê Goranê, Rêbwar Hîdayet, ji Rûdawê re got, “Heta niha jî tenê navê Celal Cewher bo wî postî heye, lêbelê, sekreterê giştî nêrîneke din heye û dibêje, ‘nabe endamekî rêveberiyê wî postî werbigire. Niha ew pirs vekirî hatiye hiştin.”
Serokwezîrê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, heta niha îmze li ser karkirina sê alîkarên xwe kiriye. Ew jî, Aştî Hewramî, bo karûbarên enerjiyê ku di kabîneya berê de Wezîrê Samanên Sirûştî bû. Rêbaz Hemlan, bo karûbarên weberhênan û raje ku ew jî di kabîneya berê de Wezîrê Darayî û Aboriyê bû. Mihemed Hecî, bo karûbarên tenduristî û qelîteya xorek û dermanan.
Endamê Civata Niştimanî ya Goranê Karwan Haşim dibêje, “Ya ku me dizanî yek ji xalên rêkeftinê, biçûkkirina hikûmetê bû. Lêbelê sê alîkar bo serokwezîr li dijî wê ye. Ew alîkarên ku niha hatine diyarkirin, tenê zêdekirina postan e û qet roleke wan nabe.”
Lêbelê berdevkê hikûmeta Kurdistanê vê yekê red dike û dibêje, “Post bo razîkirin û zêdekirinê bi ti kesê nayên dayîn, desthilatên alîkaran jî nehatine diyarkirin, serokwezîr dê diyar bike.”
Wisa biryar e li gel destbikarkirina alîkarê serokwezîr bo karûbarên çaksaziyê, Encûmena Çaksaziyê bê pêkanîn ku serokê wê alîkarê serokwezîr dibe û 12 endamên wê jî dê hebin.
Rêbwar Hîdayet, dibêje “Berbijêrê me tenê bo alîkariya serokwezîr nîne, ji ber ku dibe Serokê Encûmena Çaksaziyê. Em jî yasayeke nû dixwazin, eger ew encûmen li çarçova hikûmetê de nebe, ew bo maweyekê paş dikeve.”
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê jî pêdana wî postî bo berbijêrê Tevgera Goranê weke dijwar nabîne û dibêje, “Me weke hikûmet amadekariya xwe nîşan daye bo dabeşkirina karan û diyarkirina desthilatan. Di demên bihûrî de rêkeftin li ser wî postî hatiye kirin. Ew hatiye yeklakirin ku pişka Goranê ye, eger ew navê berbijêrê xwe bo serokwezîr bişînin, ti girîftek bo diyarkirina desthilatan nabe. Divê Goran navekê bi hikûmetê bide û pişre desthilatan bo rêk bixe, ji ber hindê hikûmet çaverêyî Goranê dike.”