Parêzgarê Duhokê: Nabe ku komîsyon xelkê ji mafê dengdanê bêpar bike

30-09-2018
RÛDAW
Parêzgarê Duhokê, Ferhad Etrûşî
Parêzgarê Duhokê, Ferhad Etrûşî
Nîşan Duhok Kurdistan Ferhad Etrûşî Hilbijartinên Kurdistanê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî rexne li rênimayiyên nû yên komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartin û rapirsiyan a Herêma Kurdistanê girt û diyar kir, nabe ku komîsyon bi rênimayiyên xwe xelkê ji mafê wan ê dengdanê bêpar bike.


Ferhad Etrûşî li binkeyeke dengdanê li bajarê Duhokê amade bû û dengê xwe di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de bi kar anî. Piştî ku dengê xwe da, Ferhad Etrûşî di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ji derveyê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, ev cara yekemîn e ku komîsyona hilbiajrtinan a Kurdistanê hilbijartinan birêve dibe, lewma dibe ku kêmasî hebin

 

Ferhad Etrûşî daxwaz ji welatiyan kir, ku hemû belgeyên pêwîst bi xwe re bibin binkeyên dengdanê, daku bikarin mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin.

 

Etrûşî got, duh şev komîsyonê hinek rênimayiyên nû derxistine, lê nabe ku derxistina wan rênimayiyan bibe sedema bêbeşbûna welatiyan ji mafê wan ê dengdanê.

 

Parêzgarê Duhokê got, mafê welatiyan e ku li dijî rênimayiyên nû yên komîsyonê, giliyê li dadgehê tomar bikin.

 

Ferhad Etrûşî herwiha daxwaz ji komîsyonê kir, ku li ser xwe û bi aramî tevbigere û bi aramî û dûr ji aloziya siyasî biryarên xwe bide.

 

Etrûşî herwiha rexne ji daxuyaniya pêştir a komîsyonê girt, ku gotibû ew dema dengdanê bi ti awayî dirêj nakin û da xuyakirin, divê komsîyon li gor rewşê biryarê bide, neku pêştir biryara xwe li ser tiştekê dabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst