Serokê Tevgera Goranê: Komîsyon bê alî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Tevgera Goranê, Omer Seyid Elî piştî ku di gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dengê xwe bi kar anî, ragihand, komîsyona hilbijartinan a Kurdistanê bêalî ye û daxwaz kir, ku komîsyon bêalîbûna xwe biparêze û rê li saxtekariyan bigire.

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goranê, Omer Seyid Elî ji bo ku di hilbiajrtinên gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dengê xwe bide, li bajarê Silêmaniyê li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

 

Piştî ku dengê xwe bi kar anî, Omer Seyid Elî di daxuyaniyeke rojnamevanî de hêvî kir, ku proseya hilbijartinan serkevtî be û bang li welatiyan kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

 

Omer Seyid Elî herwiha got, “Komîsyona Hilbijartinan bêalî ye û em dixwazin bêalîbûna xwe biparêzin, daku sextekarî çênebe.”

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goranê daxwaz ji welatiyan kir, beşdarî di hilbijartinan bikin û da xuyakirin, xelk dê diyar bike, ka dê deng bide kîjan aliyê. Omer Seydi Elî got: “Em dê bibînin ka xelk dê dengê xwe bidin kîjan alî, ka dê deng bidin guhertinê yan dê cardin deng bidin aliyên desthilatê.”