Serokê Tevgera Goranê: Komîsyon bê alî ye

30-09-2018
RÛDAW
Serokê Giştî yê Tevgera Goranê li Silêmaniyê di dema dengdanê de, îro Yekşembî 30ê Îlona 2018.
Serokê Giştî yê Tevgera Goranê li Silêmaniyê di dema dengdanê de, îro Yekşembî 30ê Îlona 2018.
Nîşan Tevgera Goran Komîsyona Hilbijartinan Hilbijartinên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Tevgera Goranê, Omer Seyid Elî piştî ku di gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dengê xwe bi kar anî, ragihand, komîsyona hilbijartinan a Kurdistanê bêalî ye û daxwaz kir, ku komîsyon bêalîbûna xwe biparêze û rê li saxtekariyan bigire.

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goranê, Omer Seyid Elî ji bo ku di hilbiajrtinên gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dengê xwe bide, li bajarê Silêmaniyê li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

 

Piştî ku dengê xwe bi kar anî, Omer Seyid Elî di daxuyaniyeke rojnamevanî de hêvî kir, ku proseya hilbijartinan serkevtî be û bang li welatiyan kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

 

Omer Seyid Elî herwiha got, “Komîsyona Hilbijartinan bêalî ye û em dixwazin bêalîbûna xwe biparêzin, daku sextekarî çênebe.”

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goranê daxwaz ji welatiyan kir, beşdarî di hilbijartinan bikin û da xuyakirin, xelk dê diyar bike, ka dê deng bide kîjan aliyê. Omer Seydi Elî got: “Em dê bibînin ka xelk dê dengê xwe bidin kîjan alî, ka dê deng bidin guhertinê yan dê cardin deng bidin aliyên desthilatê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst