PDK, Goran, Yekgirtû û Komel: Em proseya hilbijartinê li Koyê red dikin

30-09-2018
RÛDAW
 PDK, Goran, Komel û Yekgirtû cvîneke rojnamegeriyê ya hevbeş saz kirin
PDK, Goran, Komel û Yekgirtû cvîneke rojnamegeriyê ya hevbeş saz kirin
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê PDK Goran Komel Yekgirtu Koye
A+ A-

 

Hewlêr Rûdaw) - Çar aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, PDK, Goran, Komel û Yekgirtû, di civîneke rojnamegeriyê de ragihand, ku li navçeya Koyê ya parêzgeha Silêmaniyê sixtekariyeke mezin tê kirin û ew hilbijartina li wê navçeyê  red dikin.

 

Her çar aliyên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî di civîneke rojnamegeriyê de li ser birêvçûna hilbijartinê li navçeya Koyê diyar kir, ku kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Koyê bangeşeyê dikin û hêzên çekdarî li nav binkeyên dengdanê bicih dikin. Ji ber vê yekê ew hilbijartina li Koyê red dikin û sixtekariyek mezin hatiye kirin.”


Her 4 aliyên siyasî di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser van 4 xalan:


Yekem: Hebûna hejmarejeke zêde ji hêzên çekdarî yên YNKê li nav binkeyên dengdan û li derveyî binkeyan.


Duyem: Pêkanîna guvaş û êrîşê û bangeşiya eşkerekirî ya ji aliyê kadroyên YNKê ve li ser dengderan.


Sêyem: Amadekirna hejmareke zêde ji rêgeznameyên Iraqî û karta xurrek ji bo dengdanê bi şêweyekî nelirê.


Çarem: Pêkanîna rewşeke aloz û nearam li nav binkeyên dengdanê, ku dengder nikarin bi aramî deng bidin. Bajar bûye wekî leşkergehekê.


Li Herêma Kurdistanê îro di demjimêr 08.00a de proseya dengdanê ya ji bo hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê destpê kir. Hemwelatiyan li seranserê Herêma Kurdistanê li 6 hezar 412 binkeyan bi ser hezar 359 navendan dengên xwe dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst