YNK: Bila komîsyon biryarên xwe yên nû hilweşîne

Silêmanî (Rûdaw) - Yekîtiya Niştimnaiya Kurdistanê daxwaz kir, ku komîsyona hilbijartinan biryarên xwe yên nû li ber çavan re derbas bike û hilweşîne, ji ber ku welatî û dengder ji biryar û rênimayiyên nû yên komîsyonê agahdar nebûne.

 

Berdevkê Saziya Hilbijartinan a YNKê, Biryar Reşîd di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ewd daxwaz ji welatiyan dikin ku hemû belgenameyên pêwîst ên ku komîsyonê daxwaz kirine, bi xwe re bibin û beşdariyê di dengdanê de bikin.

 

Biryar Reşîd herwiha got, biryarên nû yên komîsyonê kêşe ji xelkê û proseya dengdanê re çê kiriye, ji ber ku xelkê ji mafê wan ê dengdanê bêpar dike.

 

Berdevkê Saziya Hilbijartinan a YNKê destnîşan kir, “biryara din a komîsyonê ku dibêje, encama her binkeyekê tê hilweşandin, tenê ji ber wê yekê ku kesek bi cilûbergên serbazî ve biçe nav binkeyê, biryarekî dirist nîne, çimku dibe ku aliyek bixwe kesekî bi cilên serbazî bişîne nav binkeyan.”