Sekreterê Yekgirtû: Nabe ti partî xwe ser komîsyon û yasayê bibîne

30-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn li Silêmaniyê dengê xwe da û piştî dengdanê ragihand ku ev hilbijartin ji bo îsbatkirina hebûna Herêma Kurdistanê giring e, her çiqas têbînî li ser proseyê heye lê niha dema wê yekê nîne, niha dema wê yekê ku xelkê han bidin ku werin ser sindoqên dengdanê.

 

Selahedîn Behaedîn diyar kir ku boykotkirina proseya dengdanê nîgeraniya xelkê çareser nake. Beşdariya hilbijartinan tê wê wateyê ku nîgeranî dibin pratîk.

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî rênimayên nû yên Komîsyonê weke tiştekî baş bi nav dike û dibêje: “Em hêvî dikin ku xelk pabendî wan rênimayan bibin, wê demê dê hilbijartin bi awayekî paqij birêve biçe.”

 

Selahedîn Behaedîn diyar kir: “Divê partiyên siyasî, xwe di ser komîsyon û yasayê re nebîne, ji ber ku divê partiyên siyasî xizmeta welatiyan bikin.”

 

Behaedîn dibêje ku hilbijartin yekane rê ye ku welatî nîgeranî û gilî û gazinên xwe nîşan bidin.

 

Îro yekşemê 30ê Îlona 2018an demjimêr 08:00ê serê sibehê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarê berdewam be.

 

Li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 914 hezar û 992 kes xwediyê mafê dengdanê ne, pêşbîniya partiyan wisa ye ku xelk dê bi rêjeyeke bilind beşdarî hilbijartinan bibin. 46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî dê çavdêriya proseya dengdanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst