Komîsyon: Divê ji bo dengdanê regezname û nifûs bi hev re hebin

30-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Komîsyonû Regezname Nifûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Fermangeha Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê Aram Necmedîn di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Îro li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li parêzgeha Hewlêrê, proseya birêveçûna dengdana giştî di saet 08:00ê sibehê li hemû binkeyên dengdanê dest pê kir.”

 

Aram Necmedîn diyar kir ku li Hewlêrê 499 binkeyên dengdanê hene û hejmara dengderên Hewlêrê jî milyonek û 36 hezar û 419 dengder e.

 

Necmedîn da zanîn: “Roja dengdana taybet me dît ku hinek dengder belgeyên pêwîst li cem wan tine bûn, lewma niha bi rêya dezgehên ragihandinê careke din em ji dengderên xoşewîst daxwaz dikin ku divê belgenameyên wan ên pêwîst bi wan re bin, daku bikarin deng bidin û dengê wan vala neçe.”

 

Derbarê belgenameyên pêwîst de jî Aram Necmedîn got: “Divê regeznameya Iraqî li gel nifûs hebe, yek ji van belgeyan bi tena serê xwe nabe, her weke duh di biryarên komîsyonê de hat, eger ev belgename tinebin, welatî dikarin bi karta niştimanî, yan jî bi pasaporta xwe bi tenê deng bidin.”

 

Aram Necmedîn herwiha eşkere kir ku di dengdanên hilbijartinên berê de ji bo rayedarên hikûmetê cihên taybet dihatin amadekirin, lê di vê hilbijartinê de tiştekî wisa nehatiye kirin.

 

Îro yekşemê 30ê Îlona 2018an demjimêr 08:00ê serê sibehê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarê berdewam be.

 

Li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 914 hezar û 992 kes xwediyê mafê dengdanê ne, pêşbîniya partiyan wisa ye ku xelk dê bi rêjeyeke bilind beşdarî hilbijartinan bibin. 46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî dê çavdêriya proseya dengdanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst