Awareyên Hewîceyê hawar dikin: Me nedin Heşda Şeibî

Mexmûr (Rûdaw) – Bi hezaran aware ji navçeya Hewîceyê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Awareyên ku niha ji destê DAIŞê rizgar bûne daxwaz dikin ku her dem di bin desthilatdariya Pêşmerge de bimînin û Başûrê Kurdistanê weke mala xwe dibînin.

 

Awareyên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, digrîn û hawar dikin da ku venegerin kampên di bin desthilatdariya Heşda Şeibî û hêzên Iraqê de.

 

Keçikeke ku li gel malbata xwe ji DAIŞê rizgar bûye, ji ber tirsa çûna bin desthilatdariya Heşda Şeibî hêsirên çavan dibarîne û dibêje eger li ser cadeyan jî bijîn razî ne, tenê dixwazin di bin ala Kurdistanê de û li Başûrê Kurdistanê bimînin.

 

Keçika aware dibêje: “Dixwazim li vir bimînim. Em naxwazin biçin aliyê Heşda Şeibî. Heşda Şeibî serê zarokên me jêdikin.” Diya wê jî dibêje: “Belê, emê li vir bimînin li aliyê Pêşmerge. Ew birayên me ne û li ser serê me ne. 4 zarokên min hene û em ji Hewîceyê hatin.”

 

Awareyên Hewîceyê ku ji mezheba sunî ne, diyar dikin ku Heşda Şeibî serederiya xirab û mezhebî li gel wan dikin û weke mirovan li wan mêze nakin. Ji ber vê yekê, ji serkirdayetiya Kurd re peyam dişînin ku çavên wan hemûyan li ser jiyana li Başûrê Kurdistanê ye û amade ne li vir bimirin.

 

Jineke aware ji Rûdawê re aşkere dike: “Ev der ji bo me ewletir e. Ji bo zarok û jinan ewletir e. Em nizanin li wir Heşd ji bo me çi plan dariştiye.”

 

Awareyekî din jî dibêje: “Ez daxwaz dikim li vir bimînim, li gel Kurdan. Birayên me ne. Em hatin vê derê da ku em di ewlehiyê de bijîn.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her dem ferman dide ku rêz li awareyan bigrin û xizmeta wan bikin. Ji ber vê fermanê hêzên Pêşmerge pêşwaziyeke germ li wan awareyan dike ku ji DAIŞê rizgar bûne.

 

Serperiştyarê awareyên li cebheya Mexmûrê Mehdî Yûnis ji Rûdawê re ragihand: “Dema ku aware digihîjin destê Pêşmerge, ji ber pêşwaziya germ şok dibin. Diyar e DAIŞ bi vî awayî ji wan re qal nekirine û wisa gotine ku Kurd kafir in û bi wan re bi xirabî dê tevbigerin. Lê berevajî gotinên wan, em pêşwaziyeke gelek mirovane li wan dikin.”

 

Niha zêdetirî milyonek û 500 hezar aware û penaber li Başûrê Kurdistanê dijîn û ji bo awareyên ku dixwazin vegerin cih û warên xwe, karên wan tê hêsankirin.