Ji Amedê Otobûs tije diçin Başûrê Kurdistanê

Amed (Rûdaw) – Li Otogara Otobûsan a Amedê geştên di navbera Herêma Kurdistanê û Amedê de berdewam dike. Tirsa girtina deriyê sînor ketiye dilê xwediyê hemû fîrmayên otobosan.


Ji Amedê bo Başûrê Kurdistanê rojane çûn û hatina rêwiyan berdewam dike.


Heta niha krîza giştpirsiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bandoreke neyînî li ser çûn û hatina rêwiyan nekiriye. Lê xwediyên fîrmayan bi fikar in; ew dibêjin ger deriyên sînor bên girtin bi trîlyonan pereyên wan ên ku razemenî kirine dê biçe û ew ê top bavêjin.


Şaban Dogmuş jî rêveberê fîrmayek e. Ew nêzî 10 sal in ku otobosên xwe dişîn Zaxo, Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê. Li gorî gotina wî 15 fîrma otobosan dişînin û nêzî 30 trîlyon lîre razemenî kirine û ew niha ditirsin ev razemenî ji destê wan biçe.


Rêveberê Fîrmaya Otobûsan a Oz Diyarbakirê Şaban Dogmuş ji Rûdawê re wiha got: “Hem serê sibehê û hem jî êvarê otubûs tijî diçin. Beriya giştpirsiyê jî niha jî otobosên me tije ne. Rêwî pir in. Piştî rawestandina geştên balafiran em texmîn dikin ku dê rêwiyên me zêdetir jî bibin.”


Ubeyd Karael jî ajokar e û hêj şevê din ji Herêma Kurdistanê rêwî anîne. Ew dibêje otobûsa wan tije bûye û di deriyê sînor de jî tu pirsgirêkek derneketiye.


Ajokarê Otobûsê Ubeyd Karael jî got: “Di çûn û hatinê de tu pirsgirêk tune ye. Otobûs hemû tije diçin û tên. Ez bi xwe jî rêwiyan dibim. Heta niha li deriyan tu pirsgirêk tune ye. Ger pirsgirêk derkeve helbet dê bandoreke neyînî li me bike. Lê niha tu pirsgirêk tune ye.”

 

Ji bajarê Amedê 3 fîrmayên otobosan rojane 6 otobûs dişînin Herêma Kurdistanê. Ew dibêjin Kurdistan bûye cihê debara mala wan û naxwazin ev qûtê wan bê birîn.


Xebatkarên fîrmayên otobûsan Ferman Aldan jî ragihand: “Çûn û hatin niha baş e. Rêwî niha diçin û tên. Derî jî vekiriye. Em dixwazin derî vekirî be.”


Xebatkarê fîrmaya otobosan ê bi navê Hayrî Atabey jî anî ziman: “Rojê 2 servîsên me diçin Iraqê. Hem ji vir û hem ji wir otobûs tije diçin û tên. Pirsgirêk çêbe dê zirareke mezin bide.”


Amed jî tê de ji tevahiya bajaran rojane nêzî 5 hezar kes bi otobosan di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de çûn û hatinê dikin. Ew dixwazin di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de krîz bi dawî bibe û geştên çûn û hatinê jî ji berê zêdetir bibin.