Sêrt – Polîsên Tirkiyeyê li dijî saziyên kurdî operasyon pêk anîn

Hêzên Polîs ên Tirkiyeyê êrişî saziyên kurdî kirin

Navenda Nûçeyan - Li Sêrtê polîsên Tirkiyeyê operesyonek li ser avahiyên DBP, ÎHD û MEYA-DER'ê û malên rêveberên saziyên kurd lidar xist û di encamê de 8 endamên wan rêxistinan hatin desteserkirin.

 

Li gor medya nêzîkî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), polîsên Tirkiyeyê îro 30ê Îlonê li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di saet 05.00'an de operesyonek li ser avahiya DBP, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Çandê û Hevkarî, Desteya Alîkarî û Piştevanî li Kesên Winabûyiyan a Mezopotamyayê (MEYA-DER) li dar xistin.

 

Hat ragihandin, ku lêgerîna li avahiyan û malan hêj didome û nahêlin ti kes têkevin hundir.

 

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn piştî ku agahiya serdagirtinan wergirt, çû ber avahiyan û xwest têkeve hundir, lê belê polîsan nehişt ew têkeve hundirê avahiyê.

 

Hat zanîn ku derbarê vê astengiyê de polîsan ti belge nîşanî wê parlamentera HDPê nedane.