Operasyona Kerkûkê- Wezîrê Pêşmerge: Pilan hat bicihkirin

30-09-2015
RÛDAW
Pêşmerge
Pêşmerge
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw)- Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir ragihand ku, pilana ji operasyona îro li rojavayê Kerkûkê hatibû danîn, bi başî hat bicihkirin.

Îro danê sibehê saet 07:00, Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ji 3 aliyan ve dest bi operasyoneke berfireh li rojavayê Kerkûkê kirin. Armanca Pêşmerge girtina kaşên Xere û 19 gundên bin destê DAIŞê ye.

Mistefa Seyid Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Ew gundên ku di pilanê de hatibûn, hemû hatin girtin, tenê çend navçeyên kêm di destê DAIŞê de mane.”

Seyid Qadir wiha got: “Hêzên pispor niha mayîn û topên DAIŞê yên ku li wan gundann vedabûn, pûç dikin.”

Derbarê ziyanên DAIŞê j, Wezîrê Pêşmerge wiha domand: “Ji ber ku şer hêj berdewam e, ziyanên DAIŞê bi temamî nediyar in, lê gelek çekdarên wan hatine kuştin û birîndarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst