Endamê Serokatiya KCKê, Ok: Tirkiye dixwaze bi destê DAIŞê kurdan serkut bike

30-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûadw) - Endamê Serokatiya KCKê Sabrî Ok diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi destê DAIŞê Kurdan binpê bike û li dû vê jî “herêma tampon” ava bike. Ok destnîşan kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û Kobanî dê qedera “pêvajoya çareseriyê” diyar bikin.

Sabrî Ok ji ANF'ê re li ser pêşhat û bûyerên dawî li Rojava, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê axivî û ragihandin ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞê dê yekser bandorê li pêvajoyê bike. 

Ok da xuyakirin ku dewleta Tirk bi polîtîkayeke qirêj dixwaze bi destê çeteyên DAIŞê Kurdan binpê bike, û wiha got: “Bi awayekî plankirî dixwazin destpêkê Kobanî vala bikin, dû re jî di bin navê helwesta însanî de herêmeke tampon ava bikin.”

Wî endamê serokatiya KCKê da zanîn ku piştgirî û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê gellekî watedar e û got, "Êş, kêfxweşî û berxwedanên Kobanî û Pirsûsê, Rojava û Bakur bûn yek. Şoreşa Rojava û gelê Bakurê Kurdistanê bûn yek. Divê ev yek weke yekbûyîna du şoreşan, rakirina sînorên beriya sed salan hatine xêzkirin, bê nirxandin."

Sabrî Ok diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya li hember Rojava û Kobanî yekser bandorê li se pêvajoya çareseriyê dike û wiha dewam kir:

"Tevî ku tevgera me aliyekî pirsgirêka Kurd e jî, hişyariyên tevgera me ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li ber çavan nehatin girtin, ev yek nîşan dide ku ji destpêkê ve hikûmeta AKP'ê bi bêberpirsyarî nêzî pêvajoyê bûye. Em her tim jidil tevgeriyan, lê belê jidilbûna me ji bo nebaşiyê hat bikaranîn.”

Ok nîqaşên dewleta Tirk ên li ser avakirina herêmeke tampon li Rojavayê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku ketina artêşa Tirk a li Rojava, avakirina herêmeke tampon li dijî hiqûqa navneteweyî ye û ne rewa ye.

Ok daxuyaniya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a digot, 'Eger tiştekî wiha bibe, emê vê weke dagirkerî û êrîşê binirxînin' bibîr xist û got, "Belê mafdar e. Li gel vê yekê eger dagirkeriyê bikin û herêmeke tampon ava bikin, ev yek wê li dijî Şoreşa Rojava, li dijî tevahiya Kurdan were wateya îlana şer."

Wî rayedarê KCK/PKKê da xuyakirin ku rêxistina DAIŞê li Başûrê Kurdistanê çi be li Rojava jî heman rêxistine û got, "Amerîka, hêzên rojavayî yan jî hêzên koalîsyonê li hedefên DAIŞê yên li Sûriye, li Reqa û Hesekê dixin. Lê belê li hedefên DAIŞ'ê yên vekirî yên li derdora Kobanî naxin. Hêzên koalîsyona navneteweyî, ji bo şikandina dorpêça li ser Kobanî nakevin nava ti hewldanan. Li rojhilatê Kobanî li cihekî du cihan xistine, lê lêdaneke bibandor nîne. Ev rewş mirovan dixe nava fikaran. Nayê fêmkirin ku çima tevahiya cîhanê bi vî rengî tevdigere."

Ok diyar kir ku DAIŞ çiqasî êriş dike bila bike lê dê nikaribe bi ser bikeve ji ber ku gelê Kobanî, zehmetî çi dibin bila bibin, dê li ber xwe bide û statuya xwe biparêze. DAIŞ jî dê têk biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst