XARPÊT - 120 malbat bi zorê ji konteyneran tên derxistin

30-08-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Konteyner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê 120 malbatên mexdûrên erdhejê ji konteyneran tên derxistin.

6ê Sibata 2023yan li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 7,7an çêbû.

Erdhejê bandoreke mezin li bajarên wekî Dîlok, Xarpêt Meletî, Semsûr û Rihayê yê Bakurê Kurdistanê kir.

Ji ber erdhejê li van bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran xanî hilweşiyan û xelk li konteynarên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) hatin bicihkirin.

Li Xarpêtê xelk ji konteyneran tê derxistin.

Lêqewimiyên erdhejê ji protestokirina biryara derxistina ji konteyneran civiyane. 

Li gorî gotina xelkê bêyî ku cihekî nû ji wan re diyar bikin bi zorê wan ji konteyneran derdixin û nizanin berê xwe bidin kû derê.

“Dê li cihê me girtiyan bi cih bikin”

Mexdûrê erdhejê yê bi navê Îbrahim Hakki Încel got:

“Ev du hefte ne ji mexdûrên erdhejê yên li Taxa Kirklarê ya di konteynerên AFADê de dimînin, tên xwestin ku ji vê derê derkevin.

Li şûna me girtiyên bi şertên çavdêriyê hatine berdan an jî girtiyên di şaredariyê de dixebitin bi cih bikin. Ev rewş dê bibe sedema mexdûriyeta me.”

Piraniya malbatên di konteyneran de dijîn hejar û xizan in û daxwaza çareserkirina pirsgirêkê dikin.

“Bila xerciyên veguhastinê bidin”

Her wiha mexdûrê erdhejê yê bi navê Ali Topuz jî wiha got:

“Piraniya kesên ku dixwazin ji vê derê bên derxistin bi alîkariyên civakî, mûçeyê kal û pîrîtiyê, mûçeyê jinebitî û kêmendamtiyê debara xwe dikin.

Bêyî ku cihekî din û alîkariya kirê bidin wan, dixwazin wan bavêjin derve. Qet nebe bila xerciyên veguhastinê bên dayîn.”

Di nav van konteyneran da 400 malbat dijîn û ji 120 malbatan tê xwestin ku konteyneran vala bikin.

AFADê jî ragihand, biryara valakina konteyneran ji Wezareta ;Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hatiye dayîn û pêwendiya wê bi anîna girtiyan re nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst