Îro Roja Bêserûşûnan e: Hêvî jî mirin e
Hewlêr (Rûdaw) – Îro Roja Bêserûşûnan a Cihanî ye, rojeke ji bo bîranîna bêserûşûnan e ku ji ber sedemên cuda winda ne.
Nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûnê di vê raporê de daye dû çîroka kesên bêserûşûn ên ji Rojavayê Kurdistanê.
12 sal in haya Rîham Xişoyê ji birayê wê yê bicûk Samir nîne.
Samir dawiya Tebaxa 2012an li Şamê ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hat desteserkirin.
Samir Xişo, ji Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1977an ji dayik bûye û bavê 3 zarokan e.
Her çend 12 sal di ser windabûna Samir derbas bûbin jî malbata wî bi hêviyê ye ku rojekê li derî bide û vegere.
Malbatê herî dawî zaniye ku Samir li Şamê di zindanê de ye lê belê niha ti agahî ji Samir nîne.
“Em bi hêvî ne ku dê rojekê vegere”
Rîham Xişoyê li ser pêvajoya bêserûşûnbûna birayê xwe wiha got:
"Ji min re gotin, 3 roj in Samir diyar nîne. Min jî got, ‘Wisa diyar e ku serdana hevalên xwe kiriye’ ez çûm dibistanekê cem hevalê wî.
Piştre me dest bi lêkolînê kir, hevalê wî dawiyê li xwe mikur hat ku wî raporeke (îstixbaratî) li ser Samir daye.
Wê demê ji bo her raporekê 50 hezar lîreyê Sûrî dihat dayîn.
Me gelekî lê pirsî û me zanî ku li Seyde Zeynebê ye lê ti encam neket destê me.
Em ti carî ji wî bê hêvî nebûn û niha jî em li bendê ne ku dê rojekê li derî bide û bikeve odeyê yan jî tê tekîliyê deyne û xebera hatina xwe bide me.”
Ferhad Derwêş jî xelkê Kobaniyê ye, 5 kes ji malbata Ferhad jî bêserûşûn in. Merivên Ferhad ne ji aliyê rejima Sûriyeyê ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.
Li gorî gotina Ferhad Dewrêş, 5 merivên ku temenê 2 kesan ji wan 20 sal e, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û heta niha ti xeber li ser wan nîne.
“Hêvî jî mirin e”
Ferhad Derwêş behsa çîroka windabûna wan dike û wiha dibêje:
"Yek ji wan kesan birayê min e û yê din jî kurê xaltîka min e û yên din jî pismanên bavê min û dayika min in.
Ew di dema hatina Kurdistanê de ji aliyê DAIŞê ve hatin desteserkirin û heta niha jî bêserûşûn in.
Heger bi her malbatê re biaxivî tu dê bibînî her kesekî wan ê bêserûşûn heye.
Ew malbat dibêjin, `Bila em zanibin ku mirine û em bi destên xwe veşêrin, baştir e ku em li hêviya wan bimîni.'
Hêvî jî mirinek e û bendewarî jî gelekî zehmet e."
Ferhad û nêzîkî 200 malbatên din her roj ji bo zanyariyan li ser aqûbeta zarokên xwe zanibin serî li ofîsa Rêxistina Bipêşveberina Rewşenbîrî ya Civakî (HITMA) didin.
HITMA sala 2019an li Herêma Kurdistanê hatiye avakirin û li ser çîrokên kesên bêserûşûn dixebite.
Li gorî zanyariyan, HITMAyê ew hemû ew kesên winda mêr in û temenê wan di navbera 13 û 50 salan de ye.
“Navê 600 kesên winda li cem me heye”
Birêvebirê HITMAyê Mihemed Şerîf Mihemed li ser rewşa kesên winda û malbatên wan wiha got:
“Em lêkolînê derbarê aqûbeta kesên bêserûşûn bûne dikin û ji bilî wê jî em hewl didin ji malbatên kesên winda re kar peyda bikin.
Malbatên kesên bêserûşûn bûne ne bê xwedî ne. Heta niha navê 600 kesên bêserûşûn li cem me heye."
Rîham û Ferhad 2 nimûne ne ku merivên xwe di şerê navxwe yê Sûriyeyê de ji dest dane.
Heta niha ji ber şerê Sûriyeyê 150 hezar kes bêserûşûn bûne.
Sedemên bêserûşûnbûnê
Gelek sedemên bêserûşûnbûnê hene, bi taybetî jî yek ji wan şer e. Li Herêma Kurdistanê jî yek ji sedemên sereke yên bêserûşûnbûnê şer e.
Herî dawî şerê ku Herêma Kurdistanê rû bi rû ma bû, şerê DAIŞê bû sedem bêserûşûnbûna bi hezaran kesan.
Li gorî amaran, DAIŞê 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr, bi tevahî 6 hezar û 417 kes revandin.
Piştî hewleke zêde, 3 hezar û 576 revandî hatin rizgarkirin.
Heta niha 1,208 jin, 339 mêr û 1,070 zarok hatin rizgarkirin û heta niha aqûbeta 2 hezar û 841 kesan jî ne diyar e.
Heta niha 38 gorên bikom nehatine vekirin
Li gorî Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî, heta niha 38 gorên komî nehatine vekirin, ji ber wê jî ne diyar e ku kesên hatine revandin sax in yan jî mirî ne.
Li Rojhilata Navîn herî dawî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Xezeyê dest pê kir.
Li gorî Rêxistina Zarokan Biparêzin (Save The Children) di encama şer de zêdetirî 20 hezar zarokî bêserûşûn bûnê.
Bazirganiya mirovan aliyekî veşartî yê meseleyê ye.
Di rapora 2023yan a Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO) ya bi hevkariya Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) de, hatiye texmînkirin ku li seranserê cîhanê 27 milyon kes bûne qurbaniyên bazirganiya mirovan.
Li gorî rapora IOMê, salane ji 500 heta 750 kes'i ji ber koçberiyê bêserûşûn dibin û bi taybetî li deryayan winda dibin.