Mamoste ji xwendekara xwe tiştekî ecêb xwest, lêpirsinê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê li ser wî mamosteyî lêpirsinê dest pê kir ku ji xwendakara xwe maçek xwestiye.

Li ser torên civakî qeydeke dengî belav bû ku li poleke dibistanê hatiye girtin.

Di qeydê mamoste ji xwendekara xwe re dibêje “Bimîne” xwendekara wî jî dibêje “Saet 10:00 e, dereng e.”

Piştî wê mamoste ji xwendekarê re dibêje, “Maçekê bide min, maçekê bide min û here.”

Xwendekar jî hêrs dibe û dibêje, “Tu behsa çi bi dikî? Bi Xwedê ez dê bikim hawar.”

Di qeydê de mamoste bi Erebî diaxive û xwendekar jî bi Erebî lê vedigerîne.

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Saziya Perwerdeyê ya Kerkûkê Saman Caf li ser bûyerê ji Rûdawê re got:

“Ew mamosteyê enstîtuyê ye, nayê zanîn bê ma kengî û li kîjan dibistana Kerkûkê mamostetî kiriye.”

Wezareta Perwedeyê ya Îraqê jî ragihand ku wan li ser wî mamosteyî dest bi lêpirsînê kiriye.

Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Îbrahîm Cibûrî daxuyaniyek da û got ku divê xwendekarên enstîtuyan ên keç û kur ji hev bên cudakirin.

Wezareta Perwedeyê ya Îraqê 11ê Tebaxê nivîsek şandibû ji saziyên pêwendîdar re û gotibû “Nabe ku xwendekarên keç û kur bi hev re bixwînin.”