Li Dêrsimê agir bi daristanê ket

30-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket û piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin.

Li gundê Axdadê yê li herêma Mamekiyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan, tîmên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku ligel makîneyên kar bi bêr û bivîran jî midexale hatiye kirin.

Piştî nêzîkî 3 demjimêran agir hatiye kontrolkirin.

Derbarê zerrra agir de ti zanyarî nehatine belavkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst