Amed - Malbat li ser coka avdaniyê pev çûn: 2 kuştî, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna 2 malbatan de 2 kes hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Xitmêranê yê Çinarê 2 malbatên ku merivên hev in li ser coka avdaniyê bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de kesên bi navê Mehmet Mustafa Deger, Muhamed Akin Deger, E.E.D, E.U.D. û E.D.D. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyan.

Mehmet Mustafa Deger û Muhamed Akin Deger li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest da.

Her wiha dermankirina 3 birîndarên din li nexweşxaneyan berdewam e.

Li aliyê din cendirmeyan ji bo girtina kesên ku tevlî pevçûnê bûne xebat daye destpêkirin.