Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn: Miriyek, 5 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, kesekî canê xwe ji dest da 5 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Riha-Sirûcê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Piştî kontrola tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê derket holê ku şofêrê yek ji wan otomobîlan ê bi navê Alî Polat canê xwe ji dest daye.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê.