Pismamê zavê hine lê kir jehr: 20 kesan lê xist!

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê pismamê zavê 20 kes anîn û bi dar û hesînan zava birîndar kir.

Zava Yemlîha Kiziltoprak (27) şeva hineya xwe ji pismamê xwe re Mehmet O. re got, “Dev ji wê telefonê berde û were govendê.”

Piştre zava û Mehmet ketin qirika hev û Mehmet bi kursiyan li zavê xist.

Vexwendiyên hineyê ew ji hev ve kirin û wan Mehmet ji hola dawetê derxist.

Li gorî nûçeya DHAyê, Mehmet piştre 20 kes bi xwe anîn û hat.

Wan bi bistên hesinî û bi daran êrişî zava Yemlîha Kiziltoprak kir.

Ji ber ku gelek derb li serê wî ketine rewşa wî ya tenduristiyê xerab e û metirsî heye ku bimire.

Ahmet Kiziltoprakê bavê zavê got “Xizmên me hine li me kir jehr” û da zanîn ku ev 3 roj in kurê wî li nexweşxaneyê li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.

Li hêla din, dema êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve kêlî bi kêlî hat qeydkirin.