RIHA - Welatiyê Fransayê bi hinceta PKKyê hat dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyê Fransayê Denis Daniel Korkmaz bi “hinceta PKKyê” hat dersînorkirin.

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) û Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê di operasyoneke hevbeş de bi hinceta ku “di nav xebatên PKKyê yên Fransayê de” cih digire li Xelfetiyê welatiyê Fransayê Denis Daniel Korkmaz desteser kir.

Korkmaz piştî karên yasayî ji bo Fransayê hat dersînorkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.