MÛŞ - Cotkarekî sîstemeke nû ya avdaniyê danî: Ji xerciyên elektrîkê xilas bû

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarekî ji Mûşê  li ser coya avê bi rêbazên berê mekanîzmayeke avdaniyê ava kiriye û bi wê yekê ji xerciyên elektrîk û mazotê xelas bûye.

Bihayê zêde yê mazot, elektrîk û avê wiha dike ku cotkar ji xwe re li rê û rêbazên nû bigerin.

Cotkarê ji Gundê Artêteyê yê Mûşê Seyitgul Yuzgul, ji ber derfetên kêm sîstemeke avdaniyê ya ji textan ava kiriye û baxçeyê xwe yê fêkiyan av dide.

Seyitgul Yuzgul bi wê sîstema avdaniyê ya kevneşopî ji xerciyên elektrîk û mazotê xilas bûye.

Di vê demê de ku li gelek deveran cotkar û kompanyayên elektrîkê ketine hemberî hev, rêbazên wiha dikarin hinekî ji mesrefa wan kêm bike.

Cotkar Seyitgul Yuzgul diyar kir ku dema wî li zeviya xwe darên fêkiyan çandin av nebû û got:

“Rewşa min a aborî jî ne baş bû ku elektrîk an mazotê bi kar bînim. Ev mekanîzmaya çerxê hat hişê min. Ev mekanîzmaya ku ji 18 textikan pek tê bi avê dizivire.”

Mekanîzmeya ku 6 metreyan bilind e, bêyî ti destwerdaneke rojane bi xwe avê vediguhêze nav baxçeyê fêkiyan ji coya avê 150 metreyan dûr e.

Seyitgul Yuzgul herwiha got, “Bi saya sîtilên ku min danîne ser çerxê av dikeve curnê û bi boriyan jî tê nav zeviyê.

Ez zeviya xwe ya 15 donimî av didim. Ez bi saya vê mekanîzmayê ji xerciyên elektrîk û mazotê xilas bûm.”

Li parêzgeha Mûşê 3 milyon 573 hezar donim erdên çandiniyê hene û zêdeyî ji sedî 90 ji bo berhemên dexlûdan tên bikaranîn.

Erdên ji baxçeyên fêkî pêk tên ji sedî 1ê erdên çandiniyê kêmtir in ku piranî sêv in.