Aloziya li Dêrezorê berdewam e: ‘Li pey fitneyan neçin’

30-08-2023
Hisên Omer
Aloziya li Dêrezorê berdewam e
Aloziya li Dêrezorê berdewam e
Nîşan Dêrezor HSD Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyona HSDyê li parêzgeha Dêrezorê berdewam e û hinek şêxên eşîretên Ereb li ji xelkê xwest ku li pey fitneyan neçe.

Operasyona Bicîkirina Ewlehiyê ya Hêzên Sûriya Demokatîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê 4 roj e berdewam dike.

Ev yek di demekê de ye ku li navçeyên di destê Tirkiye û grûpên muxalafeta Sûriyeyê de kombûn û meşên serbazî li dijî HSDyê ji bo piştevaniya Ebû Xewle tên kirin.

Li beramberî vê yekê, hin şêxên navdar ên êşirên Ereb li Dêrezorê ji xelkê dixwaze ku li pey fitneyê neçin.

Di tomareke dengî de, Şêx Misab el-Hifil, Şêxê Meşayixên Hoza Ikêdat got:  

“Ez ji gencên eşîrê dixwazim aram bin û li pey fitne û fewzayê neçin û xwînê nerijînin daku aliyên derekî sûdê ji vê rewşê nebînin.

Tu pêwendî û girêdana hozan bi grûpên ku navçeyê û ewlehiyê wê têk didin tune.

Daxwazê li hemû eşîran dikim ku li hemberî vê plana di destên derve tê de hene derkevin.

Em dixwazin Fermandariya Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê di destê xelkê navçeyê yên rasteqîne de bimîne ku dilsozê xak û xelkê xwe ne.”

Ji aliyê xwe ve, Şêx Haçim el-Beşîr ku şêxekî eşîra Begare ye got:

“Divê xelkên eşîra me li pey fitneyê neçin û rê nedin aliyên derekî ku destêwerdanê di karûbarên navçeyê de bike.”

“Ez ê dîlên Kurd îdam bikim”

Di parçe videoyekê de, Edhem el-Xebîl, birayê Ebû Xewle bi aşkeriyê gefa îdamkirina dîlên Kurd dixwe.

Birayê Ebû Xewle, Edhem el-Xebîl got, “Ez li nav xaka welat im, li Dêrezorê me. Eger hûn dîlên encûmenê fermandar û endamên qehreman bernedin, ez ê dîlên Kurd li ba me îdam bikim."

Derbarê pêşhateyên Dêrezorê de, Ofîsa Ragihandina Bakurê Rojhilatê Sûriyê eşkere kiriye ku, civînek di navbera Hevpeymaniya Navdeletî, fermandariya HSD û hin fermandarên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û şêx û rûsipiyên eşîrên Dêrezorê û Reqayê de hatiye kirin.

Ew hevdîtin li binkeya Konokoyê bûye.

Di civînê de, fermandarên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê gotiye ku ew grûpên têkdanê li navçeyê dikin ne beşek in ji Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst