HSDyê nasnameya 5 şervanan eşkere kir

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Hêza El Şemal a Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li herêma Dêrazorê 5 şervanên Hêza El Şemal a Demokratîkê canê xwe ji dest daye.

Hêza El Şemal a Demokratîkê ya ser bi HSDyê ve jî piştrast kir ku 5 şevanên wan di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya li Dêrezorê de canê xwe ji dest da.

Dîl hatibûn girtin

Hêza El Şemal a Demokratîkê da zanîn ku ew şervanên wan pêştir wek dîl hatibûn girtin.

Li gorî daxuyaniya Hêza El Şemal a Demokratîkê, 5 şervanên wan ketibû Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ya di bin serokatiya Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle de.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê jî bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên canê xwe ji dest daye eşkera kir:

Feyad Tirad El Ebdullah

Navê dayîkê: Meryem

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Îdlib 1987

Mihemed Mahir Helîb

Navê dayîkê: Buseyne

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Îdlib 1996

Mistefa Xalid Xetîb

Navê dayîkê: Xaldiye

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Îdlib 1992

Mihemed Omer El Taha

Navê dayîkê: Nahid

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Îdlib 1993

Xalid Hemûd Zêno

Navê dayîkê: Rehme

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Îdlib 1992

Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ku di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye organîzekirin, ji şervanên Ereb pêk tê.

Di hin nûçeyên sala borî de ku di çapemeniyê de derketibûn, hatibû îdiakirin ku HSDyê ji Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê xwestiye ku 2 hezar şervan bişînin Minbic û Tel Rifatê lê Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle ev daxwaz red kiriye.

Herwiha hatibû îdiakirin ku Xewle gef xwariye û gotiye, “Eger hûn israr bikin em dê ji encûmena leşkerî veqetin.”

Piştî rizgarkirina parêzgeha Dêrezorê ji destê DAIŞê, beşeke Dêrezorê di bin kontrola HSDyê de ye.

Beşek jî di bin kontrola artêşa Sûriyeyê, grûpên Şîe yên Îran û Îraqê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst