GEVER - Ciwanekî cotkar û rêncber serkeftineke mezin bi dest xist

30-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gever Serkeftina Ciwanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ciwanekî cotkar û rêncber di ezmûnan de serkeftineke mezin bi dest xist.

Mehmet Zekeriya yê 20 salî, xelkê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê tirpana xwe tûj dike daku dest bi dirûna giya bike.

Ew ji ber ku di encama kar û xebateke zêde de gihîştiye xeyala xwe ya zarokatiyê gelekî kêfxweş e. Wî di ezmûnên zanîngehê de beşa bijîşkiyê qezenc kiriye.

“Ez dê bibim bijîşk”

Xwendekar Mehmet Zekeriya Ozbiçen li ser serkeftina xwe got:

“Ji zarokatiyê ve min ev ji xwe re kiribû armanc û min xeyal dikir rojekê tibê bixwînim û bibim bijîşk.

Mamostayên min û malbata min jî bûne alîkarê min. Ez gelekî dixebitîm û bi biryar bûm.

Di dibistana seretayî û navîn de ez serkeftî bûm, di amadehiyê de min armanca xwe mezintir kir. Ji ber ku niha ez gihîştime armanca xwe gelekî kêfxweş im.”

Mehmet Zekeriya di her 10 mehên amadekariya ezmûnên zanîngehê de li gund bû. Wî li gund di karên dirûna giya û dexlûdan û şivantiyê de alîkariya bavê xwe dikir.

Tevî hemû zehmetiyên jiyana gund jî wî di her derfetê de pirtûka xwe vedikir û dest bi xwendinê dikir daku bigihe armanca xwe.

“Carna li ser pirtûkê bi xew ve diçû”

Bavê Mehmet Zekeriya, Îshak Ozbiçen jî anî ziman:

“Mehmet Zekeriya ji zarokatiya xwe ve xeyal dikir ku bibe bijîşk, di dersên xwe de gelekî serkeftî bû.

Di hemû karên gund de jî her tim li kêleka min bû û alîkariya min dikir.

Bi roj alîkariya min dikir û bi şev heta derengî şevê dixwend. Carna li ser pirtûkê bi xew ve diçû.”

Mehmet Zekeriya dibistana seretayî û navîn li gundê Kunerûviyî û amadehî jî li Geverê qedandiye.

Niha di Ezmûnên Saziyên Xwendina Bilind de 523 puan bi dest xistiye û li Zanîngeha Akdenîzê beşa tibê qezenc kiriye.

Ciwanê Kurd Mehmet Zekeriya Ozbiçen dixwaze bibe bijîşkekî serkeftî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst