ÇIYAYÊ AGIRIYÊ - Xwediyên hespan karekî nû peyda kir: Barkirina kelûpelên çiyageran

30-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Çiyayê Agiriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Agiriyê welatî bi hespan barên çiyager û geştiyaran dibine ser Çiyayê Agiriyê.

Kelûpelên çiyager û geştiyaran tên barkirin. Bixwe jî li hespan siwar dibin û ber bi lûtkeya Çiyayê Agiriyê ve bi rê dikevin.

Li quntara Çiyayê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê xwediyên hespan ên ji gundên parêzgehên Agirî û Îdirê ji xwe re karekî nû dîtiye.

Xwediyê Hespan Nurullah Çîvas li ser karê barkirina barên çiyager û geştiyaran got:

“Em li vê derê vî karî dikin. Em di çûna ser çiyê de alîkariya geştiyaran dikin.

Em xwarinê jî ji bo wan amade dikin. Geştiyarên navxwe jî hene lê piraniya wan biyanî ne.”

Nirxê çûnûhatina bi hespan a ser çiyê 120-150 dolarî ye.

“Em nebin kî dê van kelûpelan bar bike?”

Xwediyê Hespan Mehmet Taşdemîr jî anî ziman:

“Îsal hinekî qelebalixtir e. Cara yekem hinekî zehmet bû lê piştre em fêr bûn.

Eger em nebin kî dê van hemû kelûpelan bar bike? Ma ne wiha ye?”

Bilindahiya Çiyayê Agiriyê 5 hezar û 137 metre ye.

Geştiyar roja yekem 3 hezar û 200 metreyan hildikişin.

Roja duyem xwe digihînin bilindahiya 4 hezar û 200 metreyî.

Roja sêyem jî li lûtkeya herî bilind a Çiyayê Agiriyê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst