AMED - 5 kes bi şkenceyê hatibûn desteserkirin, 3 ji wan hatin girtin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Farqîn Amed Koçer Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 5 koçer piştî şkenceyê hatibûn destserkirin.

3 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

26ê Tebaxê piştî rûbirûbûnên di navbera gerîlayên PKKyê û Artêşa Tirkiyeyê de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Gundê Bameydanê yê navçeya Farqînê di operasyonekê de bi ser hinek konên koçeran de girtibû.

Di encama biserdegirtina konan de hêzên ewlehiyê şkence li 5 koçeran kiribû.

Piştî şkenceyê jî ew her 5 koçerên bi navên R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28) û M.S. (45) hatibûn destserkirin.

Koçerên desteserkirî piştî temambûna karûbarên yasayî sêşemê bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.

Dadgehê biryar da ku koçerên bi navên R.D. û M.S. bên berdan.

3 kesên din jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Li aliyê din, belavbûna dîmenên şkenceya li wan koçeran bûbû sedema nerazîbûnan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst