Li deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê çûn û hatin normal e

30-08-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Deriyên Sînorî Îran Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber alozî û xwepêşandanan, Îranê hemû deriyên sînor ên ligel Iraqê girtin. Lê deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê vekirî ne û wek rojên borî çûn û hatin berdewam e.

Îro Sêşembê 30ê Tebaxa 2022ê Berdevkê Deriyê Sînor ê Perwêzxan Ebas Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Çûn û hatina geştyar û bazirganan, di Deriyê Sînor ê Perwêzxan re, wek rojên borî normal e û ti guhertinek çênebûye.”

Îro Sêşembê, qeymeqamtiya bajarên ser sînorê navbera Îran û Iraqê ragihand ku hikûmeta Iraqê piştî destpêkirina nerazîbûnên li Bexdayê û derketina şer û aloziyan li hinek bajarên wî welatî, biryara qedexeya çûn û hatinê daye û ji ber vê yekê ji êvara roja Duşembê ve li deriyên sînor ên wan parêzgehên hevsînorê Iraqê ne, çûn û hatin hatiye rawestandin.

Li ser vê bingehê jî deriyên sînor ên Mîhran li parêzgeha Îlam, Qesrî Şîrîn li parêzgeha Kirmaşan, Çezabe û Şelemçe li parêzgeha Xuzistan hatin girtin. Li gor daxuyaniya wan bajarên s er sînor, girtina deriyên sînor tenê taybet e bi ziyaretkaran û behsa wê yekê nehatiye kirin ka li ber barhilgiran jî hatine girtin an na.

Berpirsê Ragihandin û Peywendiyan ê Deriyê Sînor ê Başmax Merîwan Kerîm ji Rûdawê re got: “Çûn û hatina di Deriyê Sînor ê Başmax re gelekî normal e û herwiha doh çûn û hatina geştyarî gelekî zêdetir bû ji berê, ku dibe ji ber betlaneya dibistanan be.”

Roja Duşembê 29ê tenaxa 2022ê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku dest ji karê siyasî berdide û piştre alîgirên wî bi qeflan çûn ser cadeyan û daxwaza îstîfakirina hikûmetê û “dûrxistina gendelan” kirin.

Êvara roja Duşembê xwepêşander çûn ser beşek ji koşkên Navçeya kesk, piştre li koşka hikûmetê hêzeke emnî bi çek û gaza rondikrêj xwepêşander belav kirin û rûbirûbûn çêbû ku di encam de heta niha 23 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 300 xwepêşander jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst